Duhî înê jinek û zarokek şehîd ketine û çend sivîlên din birîndar bûne ji encama topbarana hêzên rêjîmê ko bajarê Morik li gundewarê Hema amanc kirine. Her weha hêzên rêjîmê bajarê Kefer Zîta û Elletaminê û gundên Elcenabire û Til Otman û Elsexer li gundewarê bakur di encamê de çend sivîl birîndar bûne.
Her weha gundê Xilse û Elgemîre li gundewarê başûr yê Helebê ket ber topbarana hêzên Esed lê qurbaniyên giyanî nîn in, her weha şoreşgeran bargehên hêzên rêjîmê li Bendava Şixîdile li gundewarê başûr amanc kirine, ko li hewildanên pêşkeina hêzên rêjîmê vegerandine.
Bakurê Sûriyê berdewam dikeve ber topbaran û mûşekan ji hêla hêzên rêjîmê, tev ko peymana Idlib hatiye imzekirin, û qurbanî ji sivîlan dikevin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dibîne ko ev binpêkirinên her dubare dibin tawankariyên cengê ne, û daxwaz kir ko dosya Sûrî bo dadgeha tawankariyên Navdewletî bête şandin, û berpirsiyarên rêjîma Esed bo wan tawankariyan bêne sizakirin.
Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî