Duhî li gundê Elhiwêz li bakurê-rojavayê Hemayê, sê kesên sivîl şehîd ketin û 26 welatiyên sivîl birîndar bûn, û bi hezaran koçber bûn, ji encama topbaranana hêzên rejîma Esad ji gund re di heyamê 52 rojan de.
Serokê encûmena xwecihî Mihemed Xetab, di hevpeyvînekê bi ajansa “Smart” re, ragihand ku sê kesên sivîl hatin kuştin û 26 kesên din birîndar bûn, ji encama bombebarana hêzên rejîmê li ser gund bi zêdetir ji 5348 avêjtokên hawn û 769 topan ji çeperên xwe yên li gundê Elkerîm û Elresîf, her ji 12 meha sibatê heta dawiya adarê.
Encûmena Xwecihî ji beriya niha herdu gundên Al-Hiwêz û Al-huriya bi wêrankirî ragihandibûn ji ber bombebarana rejîmê û milîsên çekdar ên ku pênc dibistan û çar mizgeft bombebaran kirin, û bû sedema zirarên madî.
Li gor çavkaniyên xwecihî, ku bombebaran bû sedema koçberbûna 950 malbatan di dema oparesyonên hêzên rejîmê de.
Herwiha 2100 malbat ji gundê Şerîa yê li gundewarê Hemayê koçber bûn, ji encama topbarana hêzên rejîmê ya berdewam bi top û mûşekan li ser gundên nêzîk.
Tê zanîn ku piraniya malbatan ber bi bajarê Idlibê yanjî ber bi derdorên xalên çavdêriya Tirkan de koçber bûne, ji bo aramî û ewlehiyê.
Tê zanîn ku deverên berfireh li gundewarê Hemayê rastî oparesyoneke leşkerî ya mezin ji aliyê hêzên Esed hatin, û têde gelek sivîl hatine kuştin û birîndarkirin, tevî ku herêm dikeve di nava peymana Idlib de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî