Li serê sibeha îro, şeş kesên sivîl şehîd ketin û 10 kesên din jî birîndar bûn, ku piraniya wan jin û zarok bûn, bi sedema du êrîşên esmanî ji aliyê balafirên rejîmê bi roketên valahiyê li ser tax û nexweşxaneya bajarê “Cisr al-Şixûr”.
Li gor çalakvanên deverê, du êrîşên li pey hev ji aliyê balafirên Rûsya bi rokêtên “valahiyê” li ser taxeka bajêr hatin pêkanîn, û bû sedema mirina şeş kesên sivîl, di nav de sê zarok, û birîndarbûna 10 kesên din, bi piranî jin û zarok bûn.
Ev êrîş hatin, piştî kêmtir ji 24 demjimêran ji komkujiya duhî li dijî derbiderên “Dêr al-Şerqî” li nêzîk bajarê “Mi’ret al-Ni’hman” ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsyayê ve, ku têde du zarok û du jin hatin kuştin, û zarokek û mirovek bi sedema bombebarana esmanî li ser kampeke derbideran li taxeke ji derveyî bajêr birîndar bûn.
Duhî li serê sibehê, mêr û jinek birîndar bûn, bi sedema bombebarana li ser xaniyên welatiyan li bajarokê “Kfir Betîx” ji aliyê balafirên şer bi roketên teqîner, hevdem ligel hatina tîmên parastina sivîl ji bo alîkariya sivîl û birîndaran.
Ku duhî zêdetir ji 17 bajar û bajarokan li deşta Idlibê ji aliyê balafirên rejîmê û Rûsya hatin bombebarankirin, di nav de 68 êrîşên esmanî, 12 êrîş bi bombeyên deaktîv, û zêdetir ji 140 topên topaxaneyan û rokêtên deaktîv li ser heft bajar û bajarokên parêzgehê, û bûn sedema şehîdketin û birîndarbûna hejmarek ji welatiyan, ligel wêrankirina avahiyên welatiyên sivîl û mal û milkên wan.
Ku bi dirêjahiya 74 rojan, Kampanya leşkerî ji aliyê hêzên rejîmê û Rûsya li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê berdewam e, herwiha taxên sivîlan û navendên bijîşkî bi awayekî berdewam ji aliyê balafirên şer û helîkopterên rejîma Esed têne armanckirin, û bûne sedema şehîdbûna bi sedan kesên sivîl, û koçberbûna bi sedhezaran kes ber bi deverên ewletir.
Hevbdndiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, bang li hemû aliyên navnetewî yên kara kir ji bo bizavên lezgîn û standina gavên pêwîst ji bo nehêlana firîna helîkopterên rejîmê li ser bakurê Sûriyê û avêtina bermîlên teqîner, ligel jikarxistina balafirgehên van balafiran yên êrişan li dijî welatiyên sivîl pêk tînin.
Hevbdndiya Niştimanî, bilez daxwaza pêşvebirina mekanîzma leşkerî dike, ji bo serederî û bidawîkirina hebûna milîsên terorîst yên rejîmê, yên ew ji bo kuştin û koçberkirina gelê Sûriyê anîne.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî