Êrîşan Balafirên rejîma Esed û hevalbenda wê Rûsya li dijî cih û warên nişteciyan berdewam in, ku duh jî pênc kesên sivîl li deverên cûda yên Sûriyê bi êrîşan hatin kuştin, di nav de sê kes ji gundên Idlibê, û şehîdek li gundên Helebê, û zarokek ji Der’ayê.
Li gor Parastina Sivîl, duhî ji aliyê balafirên rejîmê, du êrîş li ser bajarê “Has” li parêzgeha Idlibê hatin pêkanîn, û têde 3 kes hatin kuştin, di nav de zarok û jinek, û tevlî birîndarbûna pênc kesên din jî, di nav de zarokek, û herwiha bajarok bi du mûşekan hat topbarankirin û bû sedema wêrankirina gelek mal û milkên welatiyan.
Û kesekî sivîl bi êrîşên balafirên şer yên Rûsya li ser kampên li derdora herdu gundên “Tlhdia” û “Om A’teba” li başûrê parêzgeha Helebê hat kuştin, û hevdem devera “ICARDA” bi giranî hat topbarankirin û ziyan bi tenê madî bûn.
Li başûrê Sûriyê, li derdora bajarokê “al-Xariya” li rojavayê parêzgeha Der’a, zarokek şehîd bû û çar kesên din birîndar bûn ji encama teqîna bombeke zemînî ji bermayên hêzên rejîma Esed.
Çalakvanan ragihand ku çar êrîş ji aliyê balafirên şer li ser bajarokê “Ahsm” yê nêzîkî devera Erîhayê li parêzgeha Idlibê hatin pêkanîn, û têde taxek bi temamî hat wêrankirin, bêyî ziyanên mirovî ji ber ku bajarok bi temamî hatiye çolkirin ji ber tirsa topbaranê.
Herwiha çend êrîş ji aliyê balafirên şer û helîkopterên rejîmê û Rûsyayê ligel êrîşên bi top û mûşekan li ser bajar, bajarok û gundên “Xanşêxon”, “Maart”, “Kafr Nabl”, “Alhbit”, “Termla”, “Kfromh”, “barbo”, “Arainbeh”, “Abdeen”, “Sitûh al-Der”, “Ahsm”, “Has”, “Tel Mardikh”, “Erîhayê”, “Kffersjnh”, balafirgeha “Teftinaz”, “Hah”, “Sihyan”, “Al-Mastumah” û “Ma’aret Hurma” hatin pêkanîn, bêyî ti ziyanên mirovî.
Tê zanîn ku gundewarên Idlib, Hema û Helebê, rastî kampanyeke leşkerî ya dijwar dibin, û bûye sedema kuştin û birîndarbûna bi sedan kesên sivîl, û koçberbûna bi hezaran ji gund û bajarên xwe, û sedema zirarên berfireh li ser binesaziyê û dezgehên xizmetgozariyê û şewitandina bi sedên hektaran ji erdên çandiniyê.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî