Duh êvarî, ji aliyê Yekîtiya Medyakarên Helebê û gundewarê wê, li bajarê Al-Atareb li gundewarê rojavayê Helebê, preskonferansek bi navê “rawestandina piştgiriya sektora perwerdehiyê û sedem û encamên wê” lidar xist, bi armanca zelalkirina zehmetîyên mamosteyan û gotûbêjkirina rewşa perwerdehiyê li deverên rizgarkirî.
Beşdaran bal kişand li ser astengiyên dikevin li hemberî prosesa xwendinê û sedemên rawestandina piştgiriya wê, û giringiya lêgerîna çareseriyan, û hişyarî dan li ser encamên bobelatî yên heye çêbibin ji encama rawestandina piştgiriyê.
Serkarê Sendîkaya Mamosteyan “Ali Lula” gazî aliyê berpirsyar û rêxistinên piştgir kir, da bi erkên xwe yên mirovahî û exlaqî rabin, û daxwaz kir ku di piştevaniyê de berdewam bin, da mamoste bi temamî bi erkê xwe yê perwerdeyî rabin ji bo perwerdekirina xwendekaran.
Serkarê Mamosteyan di nameyekê de ji civaka navdewletî re got ku “xwendin ji mafê zarokan e”, û got ku em “li Sûriyê, nemaze li deverên rizgarkirî, ji encama şerê 8 salan û niha derbasî sala nehan bûye, me gelek êş dîtiye û ev êş dijwartir bûye bi sekinandina piştevaniyê”.
Tê zaqnîn ku berî niha ji aliyê 70 mamosteyî ve li gundewarên bakurê Helebê, mangirtinek nerazîbûnê hatibû lidarxistin, ji bo dîsa piştevaniya prosesa xwendinê bibe, piştî rawestandina wê ji aliyên bexişdaran, û daxwaz kiribûn ku careke din alîkariya sektora perwerdeyê li deverên rizgarbûyî yên di mercên awarte de dijîn bibe.
Prosesa perwerdehiyê li deverên dervî kontrola hêzên rejîmê rûbirûyî gelek dijwarîyan dide, û ya herî girîng jî topbarankirina berdewam, zêdebûna hejmara xwendekaran piştî koçberkirinê û nebûna çavkaniyên madî, û derdkêşana mamoste û rêveberên perwerdeyê ji ber rawestana piştgiriyê ji hêla bexişdaran ve.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî