Bi beşdariya wezîrê dadweriyê di hikûmeta Demkî ya Sûrî de, Ebdulah Ebduselam, û endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî parêzer Mihemed Ebdulah, sendîkeya Parêzerên Azad li Helebê kongirê xwe bi dawî kir.
Di kongir de karê encumena şaxê sendîkeyê li Helebê di xula sala 2018-2019 hate gengeşekirin, herweha lidarxistina hilbijartinên endametiya sendîkeya encumena şaxê senîkeyê li Helebê ji bo xula dahatî ya di navbera 2020an û 2023 an de.
wezîrê dadweriyê Ebdulah Ebduselam, di gotina xwe de di destpêka Kongir de, bal kişand ser pêwistiya berdewamiya pêvajoya karê dezgehî û rêxistinên civaka sivîl û parastina rola wan ya pêşeng di avakirina Sûriya nûjen de, Sûriyake ku Yasa tê de serwer be, da dadwerî û wekhevî tê de cih bigre.
Di dawiya kongir de kesên beşdar her yek ji Hemîdo Salih û Ebdulezîz Derwîş û Hesen Mûsa û Ehmed Herîrî û Umer Tîcan ji bo endametiya şaxê sendîkeyê hilbijartin.
Û her yek ji Mehmûd Elhadî û Cemal Elcasim û Îlham Seiîd û Ibrahîm Elxelîl û Ebdulmunim Elsilêman û Ebdulrezaq Rezûq û yûsif Ebas û Mihemed Heysem Elnecar û Seyfedîn Nesan û Ebdulletîf Hemo, bo listeya giştî ya sendîkeyê bê dengdan hatin bijartin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî