Tora Mafên Mirovan ya Sûrî diyar kir ku rejîma Esed û Rûsyayê berpirsyar in di ber piraniya komkujiyên di sala borî de hatine pêkanîn, û herî kêm 223 komkujî belge kirine.
Tora sûrî di raporta xwe ya salane de ya şopandina binpêkirinên li Sûriyê, got ku rêjîm û hevpeymana xwe Rûsiya berpirsyar in di ber 70 ji sedî ji komkujiyên sala 2018’an, bi pêkanîna 157 komkujiyan.
Û Hevpeymaniya navnetewî di pileya duyem de hat, bi pêkanîna 27 komkujiyan li deverên şerê dijî çeteyên DAIŞ, û paş re rêxistinên tundrew bi pêkanîna heşt komkujiyan, li pey wê jî “milîsên PYD” bi pêkanîna çar komkujiyan.
Ev komkujî bûne sedema mirina 2741 kesên sivîl, di nav de 826 zarok û 565 jin, an ku bi rêjeya 51 ji sedî ji qurbaniyan jin û zarok bûn, ku ev yek diyar dike ku komkujî li hemberî sivîlan hatine pêkanîn.
Piraniya komkujiyan ji aliyê cografîk li deverên dibin destê opozîsyonê de hatine pêkanîn, bi taybetî li Xûta rojhilat ya ku oparesyoneke leşkerî ji aliyê rejîmê ji bo kontrolkirina wê di herdu mehên sibat û adara borî de hat pêkanîn, û têde gelek sivîl hatin kuştin, herweha li parêzgeha Der’a ya di tîrmeha 2018 de rastî oparesyoneke bi heman awayî hat.
Û civaka navnetewî hêjî nikare parastina pêwîst bo welatiyên sivîl li Sûriyê dabîn bike, û nikare kesên berpirsiyar di ber komkujiyan de siza bike, tevî bangên rêxistinên mafên mirovan yên bi vîtoya Rûsya têne beravêtîkirin.
Tora Sûrî di raporta xwe de bang li rêxistina mafên mirovan ya Netewên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê kiribû, ji bo veguhestina doseya Sûriyê ji bo dadgeha tawanên navnetewî, û rawestandina pûçkirina biryarên Konseyê yên pêdivî, ji bo bikaranîna wan biryaran li dijî rejîma Esed û hevalbendên wê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê