Piraniya Alayên şoreşger yên ko li gundewarê Humsê yê bakur dibînin ko Artêşa azad hêj ew e hêza ku gelê Sûrî li dora wê xwe didin hev û piştgiriya wê dikin, çimkî ew nûnerîtiya nerînên miletê Sûrî û amancên wî dike.
Alayên şoreşger di simînarekê de bi navûnîşana (giringiya Artêşa azad di vê qonaxê de) anîn ziman ku Artêşa azad hêj ya herî pîşekarî ye, û bêtir karîna wê ya serpereştiyê heye di nav hemî alayên corbicor de, çimkî ew nemûneya nêzî dilê milet e û hêviya rizgarkirinê ye.
Simînarê awayên serxistin û pêşxistina Artêşa azad di qonaxa niha ji şoreşê gengeşe kir, her wiha sedema paşketina Artêşa Azad ji asta xwe ya berê, û diyar kirin ku ew di bizaveke berdewam de ne ji bo lipaşxwehiştina wan astengiyên li pêşiya yekbûn û azadiyê.
Çend Efser û zanyarên olî û kesayetiyên şoreşê li simînerê amade bûn, her wiha şêx Faris Xalî û şêx Ehmed Elmihemed û çend Efser û serpereştên şoreşger gotar xwendin, tê de li ser giringiya yekîtiyê axivîn, û ew ê kar ji dil bikin ji bo astengî û zehmetiyan derbas bikin.
Giringiya simînarê ew bû ku alayên şoreşger han dan da bi hev re kar bikin û pêşberî astengiyan rawestin, û êrîşa hovane ya rêjîma Esed û milîtanên digel rawestînin û hêzeke leşkerî ya hevgirtî çêbikin û amanca wê berevaniya pirinsîbên şoreşa Sûriyê û parastina sivîlan be.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî