Artêşa Niştimanî ya Sûrî, bi piştgitiyeke leşkerî ya tirkî , êrîşeke berovajî birin ser hêzên rijêma Esed û piştgirên wê li ser eniya Seraqibê li gundewarê Idlibê yê rojhilat.
Û hin çalakvanan gotin ku şoreşgeran careke din dest danîn ser rûberine berfireh ji bajarokê Elneyreb, û ziyanin madî û giyanî yên mezin gihandin hêzên rijêmê.
Û şoreşgeran karîbûn helîkoptereke hêzên rijêmê bixînin, û yeke din jî armanc bikin û bihêlin bi neçarî dakeve erdê, û hin çalakvanên din îro sêşembê vîdyoyek belev kirin, têde agir bi helîkoptereke hêzên rijêmê ketiye, û li derdora bajarokê Qîmnas li rojhilatî Idlibê ji ezmanan dikeve xwarê.
Û hin dezgehên ragihandinê yên xwecihî, diyar kirin ku şoreşgeran girûpek ji hêzên rijêmê kuştin û birîndar kirin, û tangek têk birin, di riya armanckirina yekser bi avêjtokên giran li Neyrebê.
Herweha topxaneyeke avêjtokan ya nimro 23m.m ya hêzên rijêmê ya ku li ser otombêlekl hatibû danîn, li ser tewerê Dadîx li gundewarê Idlibê yê rojhilat bi mûçekên dijî mertalan têkbirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî