Îro roja şemiyê li Biroksilê paytexta Beljîka, pertûkek ku naveroka wê wêneyên kerekterî yên bi zimanên Firensî û Ingilîzî û Holendî ne, û derbarê şoreşa Sûriyê ye, li jêr navê “Sûriya – Beljîka ji bêdengiyê ber bi wênesaziyê ve” derketiye.
Û pertûk ji aliyê hunermendê Sûrî Husam Else’dî hatiye amadekirin, û ji karîketorên li ser qonax û rojên şoreşa Sûriyê ne pêkhatiye, herwiha îro pirtûk hevdem e ligel vejandina roja “Elxedeb Elsûrî” bi çavdêriya ofîsa Biroksilê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê bi amadebûna mediya Beljîka tê derxistin.
Hêjayê gotinê ye ku li demekê pêştir li sala bûrî, tabloya “Firîştên Sûriyê” ji aliyê hin hunermendên wênesaz ên Sûrî ji wan: Husam Else’dî û Husam I’lûm û Ebdulcelîl Elşiqqî û Ehmed Eldelî wek nerazîbûnekê li ser kuştina zarokên Sûriyê li paytexta Beljîka hatibû pêşkêşkirin.
Û ev karê hunerî di wê demê de ji wêneyê zarokeke Sûrî pêkhatibû, ku li ser singa xwe demjimêreke bê derzî hilgirtibû wek nîşanekê li ser rawestandina demê li Sûriyê, û bi du baskên girêdayî bi nexşê cîhanê ve, wek nîşanekê li ser bêdengiya cîhanê li hember kirîza Sûriyê.
Û hunermend Husam Else’dî li ser rûpela xwe ya fecbookê nivîsandibû ku tablo rengvedaneke li ser bêdengiya cîhanê li hember tirajîdiya gelê Sûriyê û gotibû : ” ev karê hunerî ji zarokên Sûriyê yên ku şehîd ketine re hatiye afrandin, û ji paşeroja Sûriyê ya ku xwîna wê bê rawestan bi dirêjahiya salên şoreşê dirije re ye “, û bal kişandibû ku wî bi vê yekê dixwest nameyekê bişîne bo tevaya cîhanê li jêr navê ” paşeroja Sûriyê rizgar bikin”.
Ku tabloya “Firîştên Sûriyê” ji navê 12490 zarokên şehîd ketine pêkhatibû, ku ew nav ji aliyê navenda belgekirina tawanên li Sûriyê hatibûn dîkomentkirin, û ji aliyê pisporan ve ew tablo bi mezintirîn tablo hatibû dîtin, ji ber ku tablo li ser rûberê zêdetir ji 400 mitrên koşeyî hatibû çêkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî