Hejmara şehîdên Himusê gihişt 46 şehîdan di heyamê deh rojên dawiyê de, ji ber oparisyonên leşkerî yên rêjîma Esed û hevalbendên wê bi çekên qedexekirî li ser sivîlên gundewarê bakurê Himusê û taxa Elwe’r ya dorpêçkirî.
Ligor çalakvanan; ku milisên Esed rojane Elwe’r bi hawin û çekên giran û mûşekan bombebaran dikin, di heman dema ku firokên Rûsiya bajar û bajarokên Resten û Telbîsê û Else’in bi bombeyên fosforî û napalim bombebaran dikin.
Li taxa Elwe’r ku hejmara xelkê wê digehêje nêzîkî 100 hezar kesî, kêmtirîn binaxên jiyanê lê peyda nabin, bi sedema dorpêçkirina wê ya berdewam ji aliyê rêjîma Esed ve ji nêzîkî sê salan ve, û qedexekirina derbaskirina alîkariyan û xwarin û dermanan ji aliyê rêjîmê ve, tevî derketina biryara 2254 ya ji bo rakirina dorpêçkirina li ser sercem bajarên dorpêçkirî û gihandina alîkariyên mirovî bo xelkê wan û rawestandina bombebarankirinê û serbestberdana girtiyan.
Ji aliyek din, duhî di daxuyaniyek taybet de, Yasir Elferhan, endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, li ser pêşniyara agirbestê ya hatî kirin ji aliyê NY, daxwaz kiribû ku agirbest tavaya Sûriyê li xwe bigire û ne tenê Helebê, û bal kişandibû ku pêwîstiya sercem navçeyên welat bi alîkariyên bilez heye.
Herwiha Elferhan bal kişandibû li ser giringiya rawestandina kuştina xelkê Sûriyê bi destên rêjîma Esed û hevalbendên wê, û herwiha giringiya cêbicêkirina biryarên navdewletî yên taybet bi rewşa Sûriyê, nemaze cêbicêkirina biryara 2354 û herdu birgên 12 û 13 yên ji bo xweşkirina baredoxên mirovî, û heta bigehêje dirustkirina desteyeke fermanraniya veguhêz bi tevaya desthilatên cêbicêkar û tevî desthilatên serokomar.
Jêder: Hevbendî