Zincîra teqînên xwekuj li parêzgeha Hesekê berdewame, û ya dawî li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê rûda.
Roja Çarşemê 17-7-2017 otombîleke bumbekirî li ser rêbendeke çekdarên PYD li taxa Xiwêran li bajarê Hesekê teqiya, û di encamê de hejmarek birîndar ketin.
Hin jêderan ji bajarê Hesekê diyar kirin ku çekdarên PYD devera teqînê dorpêç kirin, û tevaya birîndaran ji bo nexweşxaneyên leşkerî li bajar veguhestin.
Derbarê wê teqînê ta vê gavê tu aliyan li xwe negirit.
Tê zanîn ku berî heftiyekê çar teqînan bajarên Hesekê û Qamişlo armanc kirin.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî