Hêzên rêjîma Esed û hevalbendên wê berdewam in di amanckirina cihên niştecihan li gundewarê Idlib yê başûr û yê rojava, tev ko hişyarkirinên navnetewî yên dibêjin sivîlên bêçek û taxên niştecihan û navendên zindîdar amanc nekin.
Ji encama bombebarana firokên Rûsya û perwaneyên rêjîmê, duhî yekşembê 7 kes hatin kuştin û 6 birîndar bûne , di komkujiyekê de ko derheqê sivîlên bajarokê Keferoma li gundewarê Idlib yê başûr çêbû, û bombebaran giha bêtir ji 13 herêmên Idlib û gundewarê wê.
Çalakvanan gotin ku di komkujiyê de du zarok û jinek hebûn, tevlî ragehêner Ebdilhemîd Elyûsif, her weha birîndar jî ketin ji encama êrîşên li ser bajarên Kefer Nibil û bajarokên Kensere, Elteh, Tehtaya û Um Celal û Hîş û Elşêx Eêdamis û Cibala û Elkenais.
Çalakvanan gotin ku bombebarana hêzên rêjîmê li ser herêmê bi guleyên topxaneyan piştî bombebarana asmanî karê tîmên hawarhatinê û yê berevaniya sivîl asteng kir, ko nema karîbûn birîndar derxistana nexweşxanan bi sedema topbarandinê û barîna mûşekan li ser Keferoma.
Her weha di heman çaxî de bajarokin din li gundewarê Idlib ji wan jî Meer Zîta. Barisya, Has, Meeret Hirme, Elmişrfê, Elşêx Mistefa û Elfetîra ketin ber topbaranê û mûşekên erd-erd.
Berevaniya sivîl ya Sûrî anî ziman ko firokên cengê yên Rûsî û yên perwane yên hêzên Esed 14 herêm li Idlib û gundewarê wê bi 23 êrîşên asmanî bi firokên cengê yên Rûsî û 90 guleyên topan û 5 mûşekên giran û 35 mûşek ji avêjtokên erdê amanc kirin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî