Tuesday, 06 November 2018 14:41

Tora Sûrî: Di Meha Cotmehê de bi Sedan Kes ji Aliyê Hêzên Esed ve Hatin Binçavkirin

Ji aliyê Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, 306 bûyerên girtina kotekî ji aliyê hêzên Esed di meha cotmeha borî de hatin belgekirin, û diyar kir ku ew hêz siyaseta tepeseriyê û wendakirina bi zorê her ji adara sala 2011'an ve bikar tînin, ku ew yek dikevin di nava tawanên şer de wek di naveroka tekstên biryarên navnetewî de hatiye.

Torê, di raportekê de diyar kiribû, ku wê 488 dozên girtinê her ji destpêkê cotmeha borî ve belge kirine, û tekezî li ser berpirsiyariya rêjîma Esed di ber 87% ji dozên girtina keyfî kiriye, ku 306 kes hatine binçavkirin, 18 zarok û 26 jin di nav wan de hene.

Torê diryar kiriye ku 118 kesên din li ser destê mîlîtanên PYD hatine binçavkirin, 8 zarok û 12 jin di nav wan de hene, û herwiha 11 kes ji aliyê çeteyên rêxistina DAIŞ ve hatine girtin, û di demeke pêştir ji aliyê Tora navborî ve, her ji destpêka 2018 heta vê mehê, 6597 bûyerên girtinê hatibûn qeydkirin, û dabû zanîn ku welalatiyên sivîl her ji adara 2011'an ve têne girtin bê ku dadgehek dadperwer ji wan re hebe, yan jî karibin berevaniyê di ber xwe de bikin, û diyar kiribû ku kiryarên girtinê dibin bê guhdana mafên mirovan yên bingehîn yên ku di Ragihandina Cîhanî ya Mafê Mirovan de hatiye, weka azadî û mafê derbirînê, ya ku wek kêmtirîn mafên mirovan tê dîtin.

Bal kişandiye ku hejmara rast ji vê hejmara tora navborî belge kiriye ya dighêje 140 850 girtî zêdetir e, û vê yekê vedigerîne sedema ku xelk ji weşandina navên girtiyên xwe ditirsin, ji alîkî ji ber rewiştên civakî xelk navên jinan ranagihînin, ji aliyê din de ji tirsa serkutkirina rêjîma Esed .

Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kir ku girtina kesên sivîl û bikaranîna îşkenceyê li dijî wan û bêparkirina wan ji mafê xweparastinê, tawaneke şer e, û ev yek li gorî yasa navnetewî û mafên mirovan tê cizakirin, û ji civaka navnetewî tê xwestin ku lêkolînên pêwîst û micid li ser vî fayilê bike, ji ber ku ev fayilekî giring e ji bo rizgarkirina kesên binçavkirî mayne, û pêşkêşkirina sûcdarên van tawanan ji bo Dadgeha tawanên navnetewî.

Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Tora Sûrî: Di Meha Cotmehê de bi Sedan Kes ji Aliyê Hêzên Esed ve Hatin Binçavkirin