Tora Sûrî ya mafê mirov diyar kir ku hejmara oparesyonên leşkerî yên hêzên rijêmê û hevalbenda wê Rûsiya û milîsên Îranê û êrîşên li ser navendên zindî bilind bûye, û Torê bi kêmayî 21 êrîş li heyva gulana 2018’an li ser navendên zindî belge kirine.
Torê di raporta xwe de tekez kiriye ku bi rêjeya 43% ji êrîşên li ser navendên zindî yên medenî ji aliyê rijêma Esed û Rûsiya û Îranê hatine pêkanîn, û Tora Sûrî ya mafê mirov diyar kir ku sê êrîş li heyva gulanê ji aliyê rijêma Esed û milîsên Îranê li ser navendên pizîşkî hatin pêkanîn, û tekez kir ku oparesyonên rijêmê û Rûsiya li ser navçeyên Idlibê û gundewarê bakurê Helebê û bakurê rojhilatê Hemayê bi awayekî zêde têne pêkanîn.
Çalakvanan tekez kirin ku hêzên Esed bi mebest navendên zindî û jêrxana bingehîn û medenî armanc dikin, bi armanca neçarkirina xelkê li ser koçberbûnê ji bo timamkirina siyaset û pirojeyên koçberkirina neçarî û guhertina demografî.
û torê daxwaz ji konseya Ewlekariya navdewletî kir ku rijêma esed û Rûsiya û Îranê neçar bikin li ser bicihkirina biryara 2139 û şermezarkirina bombebarankirina navendên zindî , û tekezî li ser giringiya qedexekirina bi tekûzî ji dana çekan re bo rijêma Esed kir, û daxwaza zêdekirina sizayan li ser rijêma Esed û Rûsiya û Îranê kir, û cext li ser raguhestina fayilê Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî û dadgehkirina tawanbaran kiriye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî