Duhî roja pêncşemê, Tora Sûrî ya mafên mirov di raportekê de ragihand ku bi sedema şerên rizgarkirina parêzgeha Reqê li bakurê Sûriyê, 2371 sivîl û 562 zarok di nav wan de hatine kuştin, û nêzîkî nîv milyon sivîlên din koçber bûne.
Torê di raporta xwe de libin navê ” Nirxê madî û mirovî yê rizgarkirina Reqê ji destê rêxistina DAIŞ’ê pir mezin bû”, û bal kişand ku DAIŞ bi rêka hêzên Hevpeymaniya navdewletî û milîsên (QSD) û hevpeymaniya rijêma Esed û Rûsiya ji Reqê derket.
Torê di raporta xwe de got ku ” oparesyonên leşkerî yên hemû aliyan di heyamê 11 heyavan de bû sedema koçbarkirina nêzîkî 450 hezar kesî, û nêzîkî duseyekê wan ji ber êrîşên esmanî yên Hevpeymaniya navdewletî û êrîşên milîsên (QSD) bûn.
Di raportê de hatiye ku ” 2323 sivîl hatine kuştin û nêzîkî 99 komkujî hatine pêkanîn di yekemîn şerê Reqê di navbera 6’ê çiriya paşiyê 2016 heta 19’ê çiriya pêşiyê 2017 an de, ku 543 zarok û 346 jin di nav wan de hebûn”.
Raportê diyar kiriye ku “1321 sivîl, 383 ji wan zarok û 247 jin bûn, hatine kuştin. û 87 komkujî bi destê hêzên Hevpeymaniya navdewletî”hatine pêkanîn, û “693 sivîl û di nav wan de 109 zarok û 49 jin hatine kuştin, û 8 komkujî hatine pêkanîn bi destê rêxistina DAIŞ’ê”, û ” bi destê hêzên (QSD) 309 ji wan 51 zarok û 50 jin bûn, û 4 komkujî hatine pêkanîn”.
Raportê diyar kiriye ku di heman heyamî de navendên jîndarî û bajêrvaniyê rastî nêzîkî 100 êrîşan hatine, ji wan 81 êrîş ji aliyê Hevpeymaniya navdewletî û 7 êrîş ji aliyê hêzên (QSD) û 12 ji aliyê DAIŞ’ê hatine pêkanîn”.
Raportê gotiye ku di heman demê de “nêzîkî 1896 kesî hatine girtin û di nav de 28 zarok û 33 jin, ku ji wan 1279 kes di nav de 19 zarok û 22 jin ji aliyê hêzên (QSD) hatine girtin, û hevdem 617 kes di nav wan de 9 zarok û 11 jin ji aliyê rêxistina DAIŞ’ê hatine girtin”.
Tora mafên mirov di dawiya raporta xwe de gotiye ku diwemîn şerê Reqê hatiye ji aliyê hêzên rijêma Esed û Rûsiya di navbera heyva tîrmeh û çiriya pêşiya 2017’an de, ” têde 48 sivîl hatine kuştin bi destê hêzên hevpeymaniya Rijêm û Rûsiya di nav wan de 19 zarok û 8 jin û herwiha nêzîkî 5 komkujî û 11 êrîş li ser navendên zindî yê bajêrvaniyê di heman demê de hatine pêkanîn”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî