Hejmara komkujiyan li Sûriyê hevdem ligel berdewamiya oparesyonên hêzên rijêma Esed û hevalbenda wê Rûsiya yên li dijî sivîlan li navçeyên cuda cuda bilind bûye, û nekêmtir ji 11 komkujiyan li Sûriyayê ji aliyê Tora Sûrî ya mafê mirov ve li heyva gulana 2018’an hatine belgekirin.
Torê diyar kiriye ku komkujî bûne sedema şehîdbûna 103 sivîlan, 45 ji wan zarok in û 28 jin in, an ku bi rêjeya 71% ji komkujiyan li dijî jin û zarokan hatine pêkanîn.
Torê bal kişandiye ku berpirsyaretiya piraniya komkujiyên heyva gulanê dikevin stûyê hêzên Esed û Rûsiya û Hevpeymaniya Navdewletî, û serjimêriya komkujiyan li destpêka sala 2018’an û heta niha bi vê hejmara nû dibe 171 komkujî.
Hejmara komkujiyên oparesyonên Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî rêxistina DAIŞ’a terorîst zêdetir bûne, û gelek sivîl têde hatin kuştin, û rêxistina Lêborîna navdewletî “Amnesty” gotibû ku rêşûnên pêwîst yên parastina sivîlan ji aliyê hêzên Hevpeymaniyê nehatibûn standin, ku di teksta mada 23 ya rêkeftina Lahay de hatiye ku ” Dema êrîş li dijî armancên leşkerî bêne pêkanîn, divê hişyar bin ku ziyanên pêşbînkirî yên ku pê re bibin, nezêdetir bin ji qizincên leşkerî yên çaverêkirî”.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê kiryarên rijêma Esed şermezar kirin, û daxwaza bidawîkirina tawanên rijêma Esed û hêzên navdewletî ji civaka navdewletî kir, û cext li ser wê yekê kir ku ev zêdekirina operesyonên leşkerî li Sûriyê bi tenê ji bo jikarxistina pêvajoya siyasî li Sûriyê û binpêkirina mafên mirovan e.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî