Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di rapora xwe de ya îro înê bi boneya Roja Navdewletî ya Piştevaniya Qurbaniyên di bin Îşkenceyan de hatine kuştin, zelal kir ku derdora 14 hezar û 235 kesî di nav de zarok û jin hebûn li Sûriyê ji adara 2011an ta vê heyva hizêranê li se destê hêzên rîjîma Elesed di bin îşkenceyê de hatine kuştin.
Û tora Mafnasî diyar kir ku ne kêmtir ji 14.388 kesî, di nav de 177zarok û 63 jin, ji adara 2011an de heyanî hezîrana 2020an di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dane, û hêzên rêjîma Elesed û şaxên wê yên ewlekarî aliyên herî bêtir bûne sedema kuştina sivîlan di bin îşkenceyê de, çimkî ew di ber kuştina 14235 kesî de, di nav de 173 zarok û 46 jin, berpisyar bûn, û rêxistina Daişê di ber kuştina 32 kesan , zarokek û 14 jin di nav de hene, berpisyar bû.
Û raporê got ku 52 kes di nav de zarokek û 2 jin hebûn di bin îşkenceyê de li ser destê Milîsên PYD yên terrorist hatin kuştin, û Heyit Tehrîr Elşam di ber kuştina 26 kasan de, di nav de zarokek hebû berpisyar e, her weha 43 zarokek û jinek hebûn di bin îşkenceyê de li ser destê hêzin leşkerî yên nehatine naskirin hatine kuştin.
Û raporê kuştina ne kêmtir ji 33 kesan di nav de jinek hebû ji ber îşkencê û guhnedanê di navendên tendurustî yên girêdayî rêjîmê ji dema 22 adara îsal ta dîroka duhonî hatine kuştin, anku ji dema belavbûna mersûmê lêborînê yê hejmara 6 yê di 22 adara 2020an de hatiye derxistin.
Û raporê bal kişand ku rêjîmê bi awayekî eşkere nivîsên destûra Sûriyê û xalê rêkeftina dijî îşkenceyê yaku Sûriyê di sala 2004an de li ser îmze kirî binpê kirin, û bi yasa û qanûnan lîst daku pê endamên hêzên xwe ji lêpirsînan biparêze.
Û Tora Mafên Mirova daxwaz ji Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir, ku divê ew dest bi çareseriya doza Sûrîyê bike, û pirensîpa yekîtîya ji bo aştiyê cîbicî bike, jibo aramîyê pêk bîne,û temînî li Civata Ewlekarî û Neteweyên Yekbûyî kir, da sivîlên girtî li ba rêjîmê ji îşkenceya ta mirinê biparêze, û yên jîndar mane rizgar bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî