Toreke mafnasî ya serbixwe diyar kir ku hejmara qurbaniyên navçeya Xûta rojhilat her ji destpêka şoreşa Sûriyê li adara 2011’an heta 24’ê reşemeha borî gihiştiye nêzîkî 13 hezar şehîdî.
Tora Sûrî ya mafên mirov di raporteke taybet de belav kiriye ku nêzîkî 12763 sivîl ji wan 1463 zarok û 1127 jin bi destê hêzên Rijêmê û bi alîkariya milîsên Îranê û hêzên Rûsî hatine kuştin.
Torê balkişandiye ku hêjî nêzîkî 6583 ji xelkê Xûta rojhilat girtîne û piraniya wan hatine bêseruşûnkirin ji aliyê hêzên Rijêmê û hevalbendên wê ve.
Torê gotiye ku navçe her ji heyva çiriya pêşiya sala 2013’an de hatiye dorpêçkirin û ev yek bi taybetî bûye sedema zêdebûna mirinê ji ber kêmiya xwarinê û derman, û raportê mirina 427 kesan tomar kiriye ji wan 221 zarok û 72 jin in.
Herwiha di raportê de pêkanîna 46 êrîşan bi çekên kêmiyayî li ser navçeya Xûta hatiye tomarkirin, û têde hatiye ku ev êrîş bi armanca “tirsandina civakê” dibin.
Di raportê de hatiye ku bi sedên binpêkirinan di oparesyonên vê dawiyê de yên her ji 14’ê çiriya paşiya sala 2017’an heta 24’ê reşmeha îsal hatine tomarkirin, ku nêzîkî 1121 sivîlî ji wan 281 zarok û 171 jin bi destê hêzên ” hevpeymaniya Sûrî Îranî Rûsî” hatine kuştin, û pêkanîna 18 êrîşan li ser navendên pizîşkî û 32 êrîş li ser bazargehên gelêrî û 11 êrîş li ser xwendingehan, û tevlî 3 êrîşên kêmiyayî û 4 êrîşên bi denemêtan, herwiha avêtina 124 bermîlên teqîner ji aliyê hilîkopterên rijêmê.
Ku ev êrîşên li dawiyê bi awayekî navdewletî yê berfireh hatin şermezarkirin, û ji aliyê xwe ve rêxistina lêborîna navdewletî “Amennsty” êrîşên li ser Xûta rojhilat bi “tawanên şer” dîtibûn.
Herwiha li heyamê sê rojên borî, hejmarek ji girev û xwepêşandan li paytextên Ewropa û rojava ji bo piştgiriya xelkê Xûta rojhilat hatin lidarxistin, û di wan xwepêşandan de dirûşmên rawestandina bombebaranê bi awayekî bilez û dadgehkirina tawanbarên şer hatibûn bilindkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî