Tora Sûrî ya mafên mirov raportek bi serjimêriya 407 bermîlên teqîner yên hatine avêtin li heyva reşemha borî ji aliyê rijêmê belav kiriye, ku ji wan 297 bermîl bi ser Xûta rojhilat de hatine avêtin.
Di raportê de hatiye ku Rijêm; piştî cehzerana 2016’an, careke din her ji roja 19’ê reşemeha borî ve dubare vegeraye bikaranîna bermîlên teqîner li dijî Xûtayê.
Raportê diyar kiriye ku nekêmtir ji 23810 bermîlên teqîner ji aliyê Rijêmê li dijî navçeyên derveyî kontrola hêzên xwe, her ji destpêka destêwerdana hêzên Rûsiya li 30’ê êlûna 2015’an hatine bikaranîn.
Û ligor heman raportê, hejmara herî mezin ji bermîlên teqîner bi ser Xûtayê de hatine avêtin, û paşî parêzgeha Idlibê bi 72 bermîlan hatiye, ku du ji wan bi gaza kilora jehirdar, ji aliyê hilîkopteran li ser bajarê Seraqib li 4’ê reşmehê hatine avêtin, û bûne sedema birîndarbûna 11 sivîlan.
Raportê gotiye ku Rijêma Esed hêjî biberdewamî biryara konseya ewlekariyê 2139 binpê dike, û raportê bikaranîna bermîlên teqîner tekez kiriye û gotiye ku “bikaranîna bermîlên teqîner tawanên kuştina bi mebest bi awayekî berfereh û rêbazkî zêde dike”.
Hêjayê gotiyê ye ku li sala par ji aliyê Tora navhatî raportek bi serjimêriya 6243 bermîlên teqîner li Sûriyê belav kiribû, hevdem ku bermîlên teqîner li destpêka çiriya pêşiya sala 2012’an bo yekem car ji aliyê Rijêmê li dijî bajarê Silqîn li parêzgeha Idlibê hatibûn bikaranîn.
Tora navhatî di dawiya raporta xwe de raspardnameyek ji konseya ewlekariyê re hildaye û têde daxwaza gerantiya bicihkirina biryarên konseya ewlekariyê bi awayekî rijd kiriye, û dîtiye ku biryarên wê “bûne ximava li ser kaxezê û êdî çi rewa û rastgoyiya wan biryaran nemaye”.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî