Toreya Sûrî ya mafê mirovan di rapora xwe ya heyvane de, ya ku doh çarşembê derketiye, belge kiriye ku 569 kes bi rengekî nerewa hatine girtin di heyva çiriya paşî de li tavaya Sûriyê, 422 kes ji wan rêjîma Esed ew girtine, 28 zarok û 61 jin di nav wan de hene.
Û rapora toreyê amaje kir ku parêzgeha gundewarê şamê di bilindtirîn ast de bû ji aliyê hejmara kesên ku bi rengekî ne rewa hatine girtin de, ku hejmar lê giha 123 kesan.
Û raporê got ku milîsên Partiya Yekîtiya Demoqrat 76 kes girtine, 3 zarok û 3 jin di nav wan de hene, û rêxistina DAIŞê 29 kes girtine, 4 zarok û 2 jin di nav wan de hene.
Û her weha raporê got ku Desteya Rizgarkirina Şamê 18 kes girtine, tev zilam in, û hin girûpên leşkerî yên din 24 kes girtine û 2 jin di nav wan de hene.
Û serhejmarek di raporê de hatiye, behsa revandina 131 kesan dike, û Toreyê nikarîbû zanibe kîjan alî ne yên ku ew kiryar kirine, û hin ji wan li devera di bin destê rêjîmê de pêk hatine.
Û di raporê de hatiye ku ne kêmî 966 kesan bi rengek ne rewa li Sûriyê ji destpêka sala 2017an de ta çilê pêşî yê niha hatine girtin.
Û li gor di raporê de hatiye, kesên girtî di temenê navbera 18 û 42 salan de ne, ji bo leşkeriya neçarî, her weha kesin ji malbatên çalakvanan û xizm û kesên şoreşgeran yên li deverên kontrolkirina rêjîmê de di nav girtiyan de hene.
Û toreyê di dawiya rapora xwe de daxwaz ji Encumana Ewlekariya Navdewletî kir, ku giring e biryarên, 2042 ya 14 nîsana 2012, û ya 2043 ya 21 nîsana 2012, û ya 2139 ya 22 sibata 2014 , yên ji bo bidawîkirina binçavkirina neçarî bên şopandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî