Wednesday, 02 October 2019 16:52

Toreke Mafnasiyê Tekeziyê li ser Berdewambûna Binpêkirin û Tawanan dijî Sivîlan li Sûriyê Dike

Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan raporteke taybet bi qurbaniyên meha derbasbûyî derxist, û têde tekez kir ku hêj binpêkirin û encamdana tawanan ji aliyê rejîma Esed û hevalbendên wê derheqê sivîlan li Sûriyê berdewam e, û daxwaz ji Neteweyên Yekgirtî kir ku desteyeke desthilata veguhêz li gor biryara 2254 ava bike.

Torê diyar kir ku herî kêm 118 sivîl di nava wan de karmendên pijişkî di meha Îlonê de hatine kuştin, û berpirsyaretiya kuştina 44 sivîlan ku di nava wan de 4 zarok û 3 jin hene xste stûyê rejîmê, herwha da zanîn ku hêzên Rûsî tenê yek sivîl kuştin.

Herwiha du sivîl li ser destê Desteya Tehrîr El-Şam, û 6 sivîl di nava wan de zarokek li ser destê Milîsên PYDê hatine kuştin, herwiha du sivîl di nava wan de zarokek li ser destê hin aliyên nenas hatine kuştin. Tîma kar a Torê kuştina 22 kesan bi sedema işkenceyê di girtîgehan de belgeh kiriye, ku 21 ji wan li ser destê hêzên rejîma Esed, û 1 li ser destê aliyin nenaskirî hatine kuştin, û amaje bi encamdana du komkujiyan di meha Îlonê de li ser destê aliyên nenaskirî kiriye.

Raport diyar dike ku rejîma Esed yasaya navdewletî û tevahiya biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî binpê kirine, bi taybet biryarên 2254, 2042 û 2139, û destnîşan kir ku ev tev tê kirin bêyî ti sizayek heta niha hebe.

Raporta Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê daxwaza gunehkarkirina encamderên tawan û komkujiyan û aliyên rêkeftina devera kêmkirina şer binpê dike kir, û tekezî li ser giringiya pabendbûna bi prosêsa aştiyê û avakirina desteya desthilata veguhêz kir.

Raporta Torê daxwaz ji Encûmena Ewlekariyê kir ku hin tedbîrên nû piştî derkirina biryara 2245 bistînin, û tekezî li ser pêwîstiya şandina dosya Sûriyê bo Dadgeha Tawankariyan a Navdewletî kir, herwiha daxwaza sizakirina tevahiya wan aliyên ku destê wan di tawanan de heye û ji nav wan rejîma Rûsî kir.

Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmanî ya Sûrî

Home Nûçe Nûçeyên Xwecihî Toreke Mafnasiyê Tekeziyê li ser Berdewambûna Binpêkirin û Tawanan dijî Sivîlan li Sûriyê Dike