Toreya Sûriyê ya mafên mirovan, bi kêmanî girtina 557 kesan li Sûriyê di heyva gulana borî de belgeh kiriye, û destnîşan kir ko rêjîma Esed berpirsiyar e di ber girtina 72.09% ji wan kesan.
Toreyê di raporta xwe ya nû de anî ziman ko hêzên Esed 406 kes ji parêzgehên corbicor piraniya wan ji Şamê di heyva gulana borî de girtine, û toreyê di raporteke xwe ya berê de dibîne ko operasiyonên êşkencedanê di zindanên Sûriyê de bêtir bi regezperestî û mezhebperestî ve girêdayî ne, çalakvanên mafnasiyê agahî dane ko girtiyên di zindanên rêjîma Esed de bi şêweyekî hovane rastî êşkenceyê tên, û ew dibe sedema mirina wan, û hin bi nexweşiyên giran dikevin, ji ber derman û çareserî nîn in.
Toreyê destnîşan kir ko têwerdana malan û girtin di heyva borî de bêtir bûn, û 165 cihên lêgerînê yên sivîlan li wan digirin belgeh kirine, û diyar kir ko piraniya wan cihan yên rêjîmê ne.
Bi wê yekê jî hejmara girtiyan ji destpêka cehzerana nuha de gihaye 3415 kesan, û li gora toreyê nêzî 120hezar girtî hene, 99% ji wan di girtîgehên rêjîmê de ne , di heman çaxî de çalakvanan anîn ziman ko hejmara kesên bi destê hêzên Esed hatine girtin ji 205 hezaran bêhtir e.
Toreyê tekez kir ko giring e dosya girtiyan û yên bi kotekî hatine veşartin li Sûriyê bişopînin, û ji civaka navdewletî daxwaz kir ko komîteke taybet a bêlayen damezirîne, ji bo çavdêriya rewşên veşartina kotekî û çarenivîsa girtiyan di zindanên Esed de aşkere bike, û tê zanîn ku rêjîm xort û xwendekar û karmendan li bazar û cihên kombûnên giştî di operasiyonên xwe de digire
Toreyê got ku ji destpêka şoreşa Sûriyê ve rojane girtina nerewa dijî miletê Sûrî pêk tê, da nehêlin mafên xwe yên bingehîn di derbirînê de bikar bînin, û nehêlin bêne pêşberî dadgehan.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî