Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan kuştina şeşhezar sivîlî bi destê hêzên Rûsî piştî du salan ji têwerdana wê ya leşkerî li Sûriyê belgeh kirine, û diyar kir ko bi deham komkujî li herêmên kêmkirina şerî bi hevkariya hêzên Esed çêbûne.
Toreyê di raporteke xwe de diyar kir ko Rûsya 6187 sivîl, 1771 ji wan zarok in kuştine, û destnîşan kir ko çendîn kuştar li herêmên peymana kêmkirina şerî ya ko di gulana 2017 de imze kirine pêk anîne.
Û weha jî got: ‘’ wê rewşa mafnasiyê li wan herêman bi hûrbînî şopandiye, û bêtir got ko buyer û operasiyonên şopandinê tekez kirine ko hêzên hevalbendên rîjîmê û Rûsya komkujî û binpêkirin pêk anîne. ‘’
Toreyê hûrbîniyên ‘’ komkujiyeka tê texmînkirin ku hêzên Rûsî pêk anîne , li gundê Zerdena li gundewarê Idlib yê rojhelat‘’ diyar kirine, di encamê de 52 sivîl ji nav wan 10 zarok û deh jin hatine kuştin, û bêtir ji 80 kesan birîndar bûne, bi bombebarana asmanî ya 45 xulekan berdewam kiriye.
Toreyê bêtir got: ‘’ di vê kuştarê de hêzên Rûsî du êrîşên asmanî li pey hev bi mebest cîbicî kirine, bi amanca kuştina gelek xelkê, ji nav wan jî endamên tîma berevaniya sivîl yên ko dixwestin birîndarên êrîşa yekem rizgar bikin.‘’
Toreyê destnîşan kir ko ev şêweyê bombebarana dubarekirî li ser heman herêmê; tekez dike ko xemsariyek sizadan û şopandinê heye, û got: ‘’ pir caran tawankar hewil dide tawankariya xwe veşêrin bi rêya bombebaranê û revê, lê em di bobelata Sûriyê de paşguhkirinekê bê hempa ji pirinsîbên yasayî û mirovînî re dibînin, ko di serdema nûjen de wisa nebûye.‘’
Û tekez kir ko pirotestokirina ‘’ vî awayê Berberî ji lêdananê, berpirsiyariyeke hevbeş a hemû miletan û yên berevaniya mafên mirovan li cîhanê dikin.‘’
Û toreyê di raporteke xwe ya berê de anîbû ziman ko di nîveka pêşî ji îsal û heta destpêka tîrmehê, 186 komkujî çêbûne, hem 86 kadirên bijîşkî û xwebexişên berevaniya sivîl û kadirên ragehandinê hatine kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî