Toreya Sûriyê ya mafên mirovan amanckirina hêzên Esed ji sivîlan re bi 3436 bermîlên teqîner di sala 2018ê de belgeh kirine, û bal kişand ser ko rêjîm evî cûreyê çekan gelekî bikar tîne, ji ber pere hindik lê diçin, beraber wêraniya mezin ya li pey xwe dihêle.
Toreyê di raporta xwe ya nû de diyar kir operasiyonên bermîlên teqîner yên herî mezin di adar û nîsana borî de bûn, yên ko di heman çaxê operasiyona Xûta rojhelat de bûn,û di pey re gundewarê Humsê yê bakur, ku hiştin niştecihên wan deveran bi kotekî koçber bibin.
Toreyê bêtir got ko hêzên Esed 528 bermîl di heyva tîrmehê tenê de bikar anîne, û bûn sedema kuştina 9 sivîlan, û herweha zêdegavî li ser navendeke zindî ‘’cihê derbideran‘’ kirin. Di heman çaxî de nekêmî 26412 bermîlên teqîner bikar anîne, ji destpêka têwerdana Rûsya hevalbenda hêzên Esed di 30.09.2015 de, tev ku balyozê Rûsî yê berê li Emerîka Vîtalî Tişorkîn gotibû, hêzên Esed êdî nema bermîlên teqîner di bombebaranê de bi bikar tînin.
Raportê destnîşan kir ko hêzên Esed çekê bermîlên teqîner bikar tîne, ji ber pere kêm lê diçin, û wêraniya mezin ya pey xwe dihêle , û got ku ew gazên kîmawî yên jehrîn yên qedexeya navdewletî di wan bermîlan de û heyberên sotandinê “Napalm” bikar tîne, di encamê de sotandinên mezin çêkirin.
Li gora lkêkolîn û serjimarên mafnasiyê, rêjîma Esed herêmên sivîl yên zindîdar û yên niştecihan bi van cûreyên çekan amanc dike, û li cihê leşkerî bikar naniye.
Toreya mafnasiyê ya serbixwe tekez kir ko rêjîma Esed û hevalbenda xwe Rûsya, operasiyonên leşkerî di tîrmeha borî de berdewam kirin, êrîşî Dera kirin , û bermîlên teqîner û çekên firokên Rûsî bikar anîn, da sivîlan neçarî koçberiya kotekî bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî