Toreya Sûriyê ya mafên mirovan kuştina du ragehêneran di heyva tebaxa borî de bi destê hêzên Esed û hevalbenda wî Rûsya belgeh kirine, û tore dibîne ku ew hatine kuştin “ji bo veşartina rastî û tawankariyan”.
Rêjîma Esed ji sala 2011ê ve di lîsteya yên ko tawankariyan dikin de yê herî pêşî ye, û bi taybetî li dijî kadirên ragehandinê, û raportê diyar kir ko çalakvan Mihemed Nûr Elşemalî di jêrzemînên Esed de bi êşkenceyê hatiye kuştin, her weha ragehêner Ehmed Mehmûd Ezîza yek ji qurbaniyên bombebarana firokên Rûsî bû, ya li ser gundê Erom Alkubra li gundewarê Helebê.
Her weha toreyê birîndarbûna kesekî û girtina kadirekî ragehandinê heyva borî bi destê hêzên Esed belgeh kiriye.
Raportê bêtir got ku 22 ragehêner ji destpêka sala 2018ê ve û heta nuha hatine kuştin, piraniya wan bi destê hêzên Esed û hevalbenda wî Rûsya ne, li gora toreyê; ji sala 2011ê ve 669 ragehêner hatine kuştin, û bêtir ji 1600î birîndar û girtî ne.
Çalakvanan anîn ziman ko rêjîma Esed çend binpêkirin derheqê kadirên ragehandinê pêk anîne, ji tirsa ko tawankariyên cengê yên ko li dijî sivîlan pêk tîne aşkere bibin, û ji bo tiştê li Sûriyê çêdibe veşêre.
Sûriyê ji nav 188 dewletan asta wê ya 177emîn e ji aliyê têkbirina azadiya derbirînê de, li gora nirxandina cîhanî ya azadiya rojnamevaniyê ji rêkxistina bijîşkên bêsînor ya sala 2018ê, û ev ji encama ku rêjîm û hevalbendên xwe tawankariyên cengê derheqê ragehêneran dikin, hem jî karê ragehandinê asteng dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê