Toreya Sûriyê ya mafên mirovan diyar kir ko rêjîma Esed û Rûsya berpirs in di ber kuştina dora hezar karmendên biwara mirovî di heşt salên bûrî de, û daxwaza pêkanîna vekolîneke navdewletî û lêpirsîna ligel berpirsiyarên wan tawankariyan kir.
Toreyê di raporta xwe ya nû de beriztirîn binpêkirinên mirovî li Sûriyê belgeh kirine, û bal kişandiye ser ko rêjîmê 872 karmend kuştine, û ew 78% ji qurbaniyan in yên ko hejmara wan gehaye 1109 kesan.
Toreyê diyar kir ko hêzên Rûsya 91 kes, û rêkxistinên tundrew 52, û hêzên hevpeymana navdewletî 13, û milîtanên PYD 9 kes kuştine, û 42 karmend bi destê aliyên nediyar hatine kuştin.
Toreyê di raporta xwe de tekez kir ko 3984 kadirên mirovîniyê hêj girtî ne, an bi kotekî veşirtî ne, û got ku 96% ji wan di zindanên rêjîmê de ne.
Hejmara bûyerên zêdegavî li ser navendên zindîdar yên biwara mirovînî 1463 bûyer in, li gora hejmarên toreyê piraniya wan bi destê hêzên Rûsî û yên rêjîmê û milîtanên Îranî yên terorist çêbûne.
Toreyê destnîşan kir ko ew amanckirina navendên zindîdar yên mirovî û kadirên karmendên wan, wek binpêkirina yasaya navdewletî dibîne , û binpêkirina biryara encûmena ewlehiyê ya hejmar 2286 e, ya daxwaza rawestandina binpêkirin û zêdegaviyên ko li dijî karmendên biwara bijîşkî û mirovî li cîhanê pêk tên dike.
Toreyê daxwaza destpêkirina vekolîneke navdewletî ji bo şopandina binpêkirinên mirovî yên li Sûriyê çêdibin û sizakirina berpirsiyarên wan kir.
Jêder: Ofêsa Ragehandina ya Hevbendiya Niştimanî