Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya dembidem de ya taybet bi belgehkirina bûyerên zêdegaviyên dijî navendên zindîdar yên sivîl, û ew êrîş bûne sedem ku jêrxaneya Sûriyê wêran bibe. Û Rapoerta Toreyê anî ziman ko nekêmî 1373 êrîşan dijî baregehên zindîdar di sala 2016an de çêbûne.
Ev zêdegavî, li gora belgehkirina Toreyê, bi destê van aliyan hatine encamdan: 761 bûyer bi destê hêzên Rêjîmê, û 437 bi destê hêzên Rûsî, û 31 bûyer bi destê Daişê, û 55 bi destê alayên Tundrew, û 43 bûyer bi destê hêzên Hevpeymana Navdewêetî, û 42 bi destê aliyin din, û 3 bûyer bi destê Milîtanên PYD û bûyerek bi destê Aniya Fetih Elşam.
Di derbarê navendên zindîdar yên ko zêdegavî di heman salê de li ser wan hatine kirin wisa tên dabeşkirin: 421 jêrxane, û 271 navendên zindîdar yên perwerdeyê, 224 navendên zindîdar yên olî, 277 navendên zindîdar yên bijîşkî, 109 çargoşeyên niştacihan, 17 ji navendên zindîdar yên çandê, 23 sîmbolên mirovî yên taybet, û 31 kampên Penaberan bûn.
Berê jî Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, ev operasiyonên rêbazkirî pirotesto kirine, û tekez kiriye ko ev êrîşên herdemî li ser cihên zindîdar û baregehên sivîl, û bizava ji bo wêrankirina jêrxana welat ji hêla hêzên rêjîmê û milîtanên wê, ji aliyekî ve hewil didin ko operasiyona siyasî têk bibin, û ji aliyê din dixwazin niştecihan koçber bikin û guherîneke dîmugrafî çêbikin.
Li gora raportê Yasaya Navdewletî ya Mirovî dibîne ko êrîşên bêserûber an yên bi mebest dibin, êrîş in nerewa ne, û zêdegaviyên bi mebest û rêbazkirî yên hêzên Esed dijî dibistan û nexweşxane û kilîse û firneyan, binpêkirineke aşkere ye ji kêmtirîn pîvanên yasaya navdewletî û biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî re.
Raportê ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî daxwaz kir ko Esed neçar bike ji bo pabendiyê bi biryara 2139an bike, û daxwaz kir ku rêjîmê û hevalbendên wê pirotesto bike, der barê amanckirina navendên zindîdar yên ko bêyî wan jiyana sivîlan nabe . û Raportê got ku giring e çekdarkirina Rêjîma Esed bi tekûzî qedexe bibe, çimkî ew zêdegaviyên mezin û dubarekirî ji yasaya navdewletî re û biryarên Encûmena Ewlekariya Navdewletî re dike. Û Raportê ji hemû aliyan daxwaz kir ko bi Yasaya Navdewletî ya Mirovî pabend bin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî+Acans