Welatiyên bajarê Amûdê îro pêncşemê 23-2-2017 li ser banga xwecihiya Amûdê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKSê mangirtinek li dar xistin, û têde siloganên piştgiriyê ji şanda rikberiyê re bilind kirin û bi taybet nûnerên Kurd yên di danûstendinên Cinêv4 de beşdarin. .
Mihemed Şiwêş endamê emîndariya giştî ya ENKS ji malpera Hevbendiyê re ragihand ku mangirtina wan ji bo piştgiriya şanda rikberiyê ye, bi taybet nûnerên kurd di nav wê şandê de, û got: ”weke xelkên Amûdê û alîgirên ENKS, me xwest ji heman aliyên navdewletî û herêmî re tekez bikin ku em ji şanda rikneriyê re û bi taybet ji nûnerên kurd re piştgir in”.
di heman mijarê de Şiwêş balkişand ku ew ji şanda xwe daxwaz dikin ku li ser mafê gelê Sûrî û yê kurd bi taybetî rijid bin, da ku ked û xwîna pakrewanên şoreşa Sûrî bêsûde neçe.
Tê zanîn ku roja pênşemê 23-9-2017 weke roja yekemîn ji danûstendinên Cinêv4 ji hêla şanderê navdewletî ji bo Sûriyê stîvan dîmistora hatibû destnîşankirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê