Tora Sûrî ya mafê mirov 46 zêdagaviyan dijî navendên zindî li heyva nîsana borî li parêzgehên cuda cuda yên Sûriyê dikoment kirine, û amaje kiriye ku 70% ji wan zêdegaviyan li ser destê hêzên Esed û Rûsiya hatine pêkanîn.
Tora navhatî duhî raporta xwe ya xulane belav kir û têde diyar kiriye ku jêrxana bingehîn û mizgeft û xalên pizîşkî û xwendingeh û kampên penaberan û mal û xaniyên nişteciyan bûne armanca bombebarankirina firok û topxaneya hêzên Esed û Rûsiya, û bal kişandiye ku piraniya navendên parêzgeha Idlibê hatine wêrankirin.
Ligor vê serjimêriyê ku her ji destpêka îsal ve, 394 êrîş li ser navendên zindî li Sûriyê hatine encamdan, û Hevbendiya Niştimaniya Sûrî ev êrîş û zêdegavî bi tawanên şer dane zanîn, û tekezî li ser giringiya dadgehkirina encamderên wan êrîşan ji aliyê civaka navdewletî kiriye.
Tora Sûrî ya mafê mirov, raporta xwe bi daxwaza neçarkirina Rijêmê û hevalbendên wê li ser bicihkirina biryara 2139 ji konseya Ewlekariya navdewletî kir, her weha raguhestina fayilê Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî ji bo dadgehkirina tawanbarên armanckirina sivîlan.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî