Rewşa xelkên Kobanê bi hatina demsala zivistanê û zêdebûna sir û seqemê re, ji ber tinebûna sotemeniyê dijwartir dibe.
Çalakvan Ferhan Mihemed, ji xelkên Kobanê ye, ji malpra me re ragihand ku hêzên Partiya Yekîtiya Demuqrat nahêlin sotemenî bigihêje welatiyan, ji ber ku ew sotemeniyê li gundewarên bajarê Helebê derbasî bazara reş dikin, û xelkên Kobanê ji bazara reş litra mazotê bi 100 L.S dikirin, ew jî eger ku were dîtin, her wiha Mihemed eşkere kir ku hêzên PYDê sotemeniyê ji Cizirê tînin Kobanê û li bazarên reş difroşin “.
Ji aliyê xwe ve, Şewket Şerîf yê ji Kobanê, ji me re got ” PYDê qet bo berjewendiyên xelkên me kar nake, ew mazotê derbasî Kobanê dike, û ji wir jî dibe gundewarên bajarê Helebê, da ku bifroşe bazirganan, lewma xelk jî neçar dimînin ku bi buhayî sotemeniyê bikirin û piraniya caran jî nayê dîtin.
Şerîf derdê welatiyan anî ziman û got ku xelkên Kobanê di zindanekê de dijîn, û PYDê bajar ji xwe re kiriye herêmeke leşkerî, û hin bi hin rewş xirabtir dibe.
Di dawiya axftina xwede Şerîf ji PYDê xwest ku ji siyaseta xwe ya xirab vegere, û bilez pêdêviyên zivistanê peyda bike ji ber ku ew xwe dike berpirsyar.
Jêder: Hevbendî