Xelkê Minbicê ya li ser gundewarê rojhilatê Helebê û bi sedema kuştina du gencên hoza ” Elbobina”, duhî roja yekşemê gireveke nerazîbûnê li dijî kiryarên hêzên “PYD” ê yên li dijî sivîlan bi navê “gireva rûmetê” lidar xistin.
Û çalakvanan got ku sercem dikan û cihên bazirganiyê li bajêr ji bilî nexweşxane û dermanxane li ser bangewaziya serekên hozên navçeyê hatin daxistin.
Û ligor gotina çalakvanan ku milîsên “PYD”ê niha barhilgeran amade dike ji bo komkirina alîgirên xwe û bi pêkanîna meşên alîgir bi armanca têkişekandina “gireva rûmetê”.
Ji aliyê xwe ve, çalakvanan û dezgehên sivîl û hozên bajarê Minbicê ragihandin ku wê berdewam bimîn li ser gireva xwe heta milîs derkevin, û bal kişandin ku wê hemû awayên rewa û berdest bikar bînin ji bo serxistina girevê.
Hêjayê gotinê ye ku li roja îna borî û li dijî milîsên ” PYD”ê xwepêşandanên girseyî li Minbicê derketin bi sedema kuştina du ciwanên hoza “Elbobina” ya erebî ku têde PYD’ê bi eşkencdana wan heta bi mirinê hat tohmetbarkirin, û herwiha xwepêşandan li dijî biryara leşkeriya PYD’ê ya neçarî li demekî pêştir hatibûn lidarxistin.
Ji aliyê xwe ve, Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, milîsên “PYD”ê bi tawankariyan li dijî sivîlên navçeyên di destê wê de tohmetbar kir, û pêştir daxwaza pêkanîna lêkolînê û dadgehkirina tawanbaran ji NY kiribû.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî / Smart