Çalakvaniyin Sivîl û xelkin bajarê Dûma li gundewarê Şamê, metingek piştgiriyê rêkxistin kirin ji bo piştgiriya Xûta rojhilat, ya ko dikeve ber bombebarana berdewam ya hêzên rêjîmê û milîtanên Îranî di hema çaxê ko dorpêçeke tund li ser ferz dikin.
Ew di kampanya ragihandinî de hat ya bi navê “Bi Xûta Re” da ruhniyeke ragihandinî bidin ser derdê xelkên Xûta û tiştên rojane bi serê wan tê.
Çalakvanan got ku li dora 150 kesî ji bajarokên Elreyhan û Hoş Nesrî û Elmeydeanî û bajarê Dûma di rawestandina piştgiriyê de doh sêşemê beşdar bûn, ji bo piştgiriya xelkên Xûta rojhilat, ala şoreşê hildan û dirûşmên wan daxwaz ji alayên leşkerî kirine ko dorpêçê ji ser Xûta rakin, û daxwaza ruxandina rêjîmê kirin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, çarşemba buhûrî, hişyarî da derbarê hewldanên Rêjîmê û milîtanên Îranê piştgiriya wan dike, ko operasiyonên nû yên koçkirina kotekî di derheqê niştecihan de li Xûta rojhilat çêbike, û dibîne ko ev tê wek berdewamiyê ji operasiyonên rêjîm re yên ji destpêka şoreşê de dike û amanca wê guherîna dîmugrafî ye.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz kir ko alava çavdêriya agirbestê kartêker bibe, û raportên fermî derxînin û tê de aliyên berpirsiyar di ber binpêkirinan de aşkere bikin, û wan bi rêzgirtina peymanê pabend bikin, û kiryarên bi sedema binpêkirinan pêk tên diyar bikin.
Her weha xwepêşinderan di çalakiyê de piştgiriya xwe ji xelkên herêmê re tekez kirin û dirûşim hildan û têde bêçaretiya Encûmena Ewlekariyê pirotesto kirin, ko nikare biryara xwe cîbicî bike û nikare rêjîmê bi agirbestê pabend bike û operasiyona xwe ya leşkerî li ser Wadî Bereda û çend herêmên din ji Xûta rojhilat wek Hizirma û Meydeanî rawestîne
Tê zanîn ko hêzên rêjîmê kampaniyeke leşkerî li dijî Xûta rojhilat ya dorpêçkirî dikin û hewil didin ko ji çend aliyan ve têwerdana wê bikin, tev ko peymana agirbestê ji 30 çileyê pêşî ya sala çûyî ve ketiye warê cîbicîkirinê.
Jêder: Ofêsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart