Xelkên Helebê yên taxên dorpêçkirî, bi çend xwepêşindanan banga ketina rêjîma Esed û berdana dagîrkerên Rûsî û Îranî bilind kirin, û dan xuyakirin ko ew sûr in li ser mana di xaka xwe de û planên rêjîmê û hevalbendên wê bi koçkirina wan ji malên wan red kirin.
Xwepêşander li kolanên Helebê meşiyan û ala şoreşê hildan û silogan bi erebî û ingilîzî hildan, li ser wisa nivîsandibûn “em xweragirin û ji welatê xwe dernakevin”, “Heleb nayê dorpêçkirin” û siloganên gotin “Xwedêyo Helebê bombebaran dibe” “Erebino Heleb bang we dike”.
Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê, doh, diyar kir ko destpêşxeriya Netewên Yekbûyî ji bo Helebê da xelkê derxe “kêm” e, û palê nade ser çi biryarên navdewletî, û tekez kir ku ew destpêşxerî di heman dema Rêjîm niştecihên bajar û bajarokên li dora Şama paytext ber bi Idlibê ve koçber dike de hatiye.
Razgirê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Riyad Elhesen, got ku destpêşxerî giringiyê dide derxistina niştecihan, bê ko li ser derbaskirina alîkariyên mirovî an parastina sivîlan ji hêla tîmên Netewên Yekbûyî de garantiyan bide.
Elhesen bal kêşand ser destpêşxeriyê û civînên doh li Cinêvê çêbûne, û kêşeya bingehîn ya sedema qeyrana Helebê çêkiriye piştguh kirine, ku ew jî berdewamiya rêjîma Esed û Rûsya di tawankariyên cengê de ye, di derheqê sivîlan û nexweşxane û navendên pêdiviyên jiyanê, bi bikaranîna bêserûber ji çekên qedexekirî re.
Elhesen destnîşan kir ko di heman çaxê ko şandyarê navdewletî Stîvan Dî Mistora daxwaz kir ko endamên aniya “Feth Elşam” ji Helebê derkevin, wî çavên xwe girtin ji hebûna 18hezar nandozên milîtanên pasvanên şoreşger yên Îranî û milîtanên Heşid Elşebî yên mezhebperest ko li Helebê li kêleka rêjîmê şer dikin û ew hêzên tirorist yên tawankariyên cengê û tawankariyên li dijî mirovantiyê dikin.
Ji aliyê xwe ve endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Riyad Sêf got ku amanca Rûsya li Helebê koçberkirina xelkê û valakirina bajêr e, û nuha li Muedemiyê û Qudseya jî dibe, û berê jî li Dareya ko tu endamên Fetih Elşam tê de nîn in jî, lê xelk bi dorpêçan û birçîkirinê ji warên wan koçber kirin.
Bêtir got ko “Rûsya berpirsiyara têkbirina çareseriya siyasî ye, û ya têkbirina agirbestên derbasbûyî ye, ji bo plana koçberkirina kotekî û xizmeta zordariya Esed û Îranê bi vî karî radibe. ”
Jêder: Hevbendî