Duh sêşemê 29 Gulanê ji hêla xelkê Kobanê xwepêşandanek hat lidarxistin li dijî firotina daristanana Kobanê ji hêla Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê ve, ku ew yek milkê giştî yê şaredariya Kobanê ye.
Çalakvan Ferhan Mihemed ji malpra me re ragihand ku bi sedan çalakvanên Kobanê li nav daristana Kobanê ya ku dikeve rojavayî bajêr, di bin durişma “Daristan ya gel e, û parastina wê erkê her kesî ye ” kom bûn û çalakî bi rêve birin .
Mihemed , yek ji xelkên Kobanê ye, tekiz kir ku Kobaniyan bi tundî firotina daristananê ji hêla PYDê ve şermezar kir “, û çalkvanên Kobanê daxwaza rawestandina projeya firotanê kirin û gotin ku em dixwezin hûn daran biçînin ne hûn hilbikin û erdê daristananê bifroşin.
Hêjaye gotinê ye ku ev daristan ji berya 30 salî ve hatiye çandin, û niha PYDê 6000 mitir ji erdê daristanê ku milkê giştî yê gel e firotiye .
Jêder : Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê