Xelkên bajarê Xan Şêxûn li Idlibê digel endamên encûmena xwecihî ya bajêr, duhî pêncşembê, derketin rawestanekê bo bîranîna duyem ya êrîşa kîmawî ya ko hêzên rêjîma Esed li ser bajêr pêk anîn, û dora 100 kesan şehîd ketin û bi dehan birîndar bûn.
Beşdarên rawestanê pankert hildabûn li ser hinan ji wan weha nivîsî bûn:‘’ du sal di ser xendikandina me re derbas bûn û hêjî tawankar berdayî ye. Rewanên bêgunehan bêheqî diçe. Di serdema xwînrêjan de, ka dawerî. Çekên kîmawî qedexe kirin û hemû alavên kuştinê hiştin. Beşar Elesed miletê Sûrî bi destûrdaneke navdewletî dikuje.‘’
Di gotinekê de ji acansa Simart ya ragehandinê re, serokê encûmenê Ehmed Sermînî daxwaz ji civaka navdewletî kir ko lêpirsîn li gel serekê rêjîmê Beşar Elesed bibe, li ser komkujiya kîmawî ya li Xan Şêxûn pêk aniye. Û bal kişand ser ko hêj berpirsên wê komkujiyê herêmên derveyî kontrola xwe bombebaran dikin, û bi dehan xelk kuştine û birîndar kirine.
Berê jî birêveberê navenda berevaniya sivîl li Xan Şêxûn anîbû ziman ko di 4 nîsana 2017ê de hêzên rêjîmê bajar bi gaza Sarîn amanc kiribû, û di encamê de bêtir ji 90 kesan hatin kuştin û 500 kesên din xendiqîn.
Firokên cengê yên rêjîma Esed, 4 nîsana 2017ê, bajarê Xan Şêxûn bi gazên kîmawî amanc kiribû, û di encamê de bi dehan sivîlên ku piraniya wan zarok û jin bûn hatin kuştin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê di bîranîna duyem ya komkujiyê de daxwaz kir ko mada 21ê ji biryara 2018 bo pêrabûnan li dijî rêjîmê li gora benda heftem feriz bikin, û dosya kêşeyê ber bi dadgeha tawankariyên cîhanî ve bişînin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî