Li dijî kiryarên rêveberiya bi ser Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD, û girtina dibistanên Siryanan ji hêla PYD ve, Xiristiyanên bajarê Qamişlo roja Sêşemê 28 Tebaxê li taxa Wista derketin xwepêşandanan. Li gor ku peyamnêrê malpera Hevbendiyê diyar kir, welatiyên Xiristiyan li hember Dêra Meryem û dibistana Emel kum bûn, û silogan li dijî girtina dibistanan bilind kirin û doza vekirina wan kirin.
Di vê derbarê de welatiyekê ji pêkhata Xirstiyanî yê ku di xwepêşandanê de beşdar bû, ji me re diyar kir ku ew hîç qebûl nakin ku dibistanên wan bêne girtin, û ewê çalakiyên xwe berdewam bikin û dengê xwe bighînin civaka navdewletî.
Heman welatiyê tekez kir ku çekdarên Sotoro yên bi ser rêveberiya PYD ve hin gule berdan lê tu ziyan neqewimîn.
Tê zanîn ku rêveberiya PYD biryar dabû ku hin dibistanên siryanan di destpêka heyva Tebaxê de bigre, û ew biryara xwe cîbicî kir, lê xwepêşanderan dibistan bi zorê vekirin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê