Xortekî ciwan, li kampa El-Rikban ya li ser sînorê Sûriyê-Urdunê jiyana xwe jidest da piştî têkçûna rewşa wî ya tenduristî ji ber nebûna dermannekirina pêwîst bi sedema dorpêçkirina li ser kampê ji aliyê hêzên Esed, ku hejmara qurbaniyan gihişt 15 qurbaniyan di nava kampê de, ji ber dorpêça ji nêzîkî du mehan de.
Çalakvanan diyar kir ku xortê bi navê “Usama El-Ebdullah” piştî nexweşiya xwe li kampê mir, û li gorî hin dezgehên media xwecihî , ew mir ji ber dermannekirina bi sedema dopêçkirina li ser kampê, û rê bo wî nehat dan ji bo serdana xalên pizîşkî yên derveyî kampê bike, û ev yek bû sedema mirina wî.
Li gorî yek ji hemşîreyên li kampê, kêmtirîn pêdawîstiyên bêmar û çareseriyê di xalên pizîşkî yên kampê de peyda nabin, û ev yek vegerand sedema kêmbûna derman û malzemeyên pizîşkî piştî dorpêçkirinê.
Ku kampa El-Rikban her ji heyva cehzîrana borî ve bi tundî hatiye dorpêçkirin, û roja şemiyê alîkarî ji aliyê Netewên Yekbûyî ji bo kampê hatin pêşkêşkirin, lê dabeşkerên alîkariyan ragihandin ku ew alîkarî bi tenê têra kampê ji bo nêzîkî mehekê dike.
Bêtir ji 60 hezar koçberên Sûrî di kampê de dijîn, û li gor rêveberiya kampê, bi hezaran mirovên seqet û kêmendam hene, 1460 ji wan jin in, û 1621 mêr in, û 4273 zarok in.
Herwiha Hevbendiya Niştîmanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaza pêwîstiya sepandina fişaran li ser rejîma Esad kiribû, ji bo rawestandina vê dorpêçkirina kuştinê, û bal kişandibû ku tiştên ku di wê kampê de dibin bi xwe tawanên şer in, û ligor yasa navnetewî tên cezakirin.
Hevbendiyê diyar kiribû ku rejîm siyaseta birçîkirinê pêrew dike, û koçberên li wê kampê ji kêmtirîn pêdiviyên jiyanê bêpar dike, û ev dibe sedema mirinê û nexweşiyên ku çareser nabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê