Alavine ragehandinê yên xwecihî anîne ziman ko xortek li zindanên milîtanên PYD li herêma Minbica gundewarê Helebê bi êşkenceyê hate kuştin, di dema zêdebûna tawankariyên cengê yên milîtanên PYD li dijî sivîlan.
Xortê bi navê Yûsiv Elî Elsilêman yê 20salî, piştî heftiyekê ji girtina wî hate kuştin, ko ew û hevalê Şadî Elhac Ebid dema ji gundê Qeşla Yûsiv vedigeriyan hatin girtin, mirovên xort kelaxê wî wergirtin, nîşanên êşkenceyê li ser laşê wî hebûn, li gora malpereke xwecihî anî ziman.
Milîtanên PYD gotin ku xort bi kirîzeke dil miriye, heman ew behaneyên rêjîma Esed ji sedhezaran ji xelkên qurbaniyan re, ji yên ko bi êşkenceyê mirine re digot, hêj çarenivîsa hevalê wî nediyar e.
Di çend rojên bûrî de milîtanên PYD komkujiyek derheqê malbatekê bi tevayî pêk anî, ji nav wan dê û zarokên wê , û toreya Dêra Zorê 24 vîdyoyên tomarkirî derbarê kuştarê belav kirin.
Toreyê diyar kir ko bûyer li nêzîk bajarokê Baxoz çêbûye, yê ko rêkxistina Daiş di çend rojên bûrî de jê derketiye, û got ku wan nasnameya takekesên malbatê nas nekiriye, ko ew bi guleyan hatibûn bombebarankirin.
Dubarekirina van binpêkirinan derheqê sivîlan de bi destê milîtanên PYD, bû sedema diltengiya xelkê û redkirina wan ji vegera hejmarek gund re, hem daxwaz ji rêkxistinên mafnasiyê kirin ko derbarê van binpêkirinan vekolînê bikin û lêpirsînê bi berpiriyaran re bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandina Hevbendiya Niştimanî