Encumena bajarokê “El-Tih” li gundewarê başûrê Idlibê, di daxuyanîyekê de li ser medyaya civakî, bang li rêxistinên mirovî kir ji bo alîkariya malbatên koçber ên piştî êrîşên hêzên rejîma Esed û hevalbendên wê yên bi bombebarana bajarokê wan bi giranî bi mûşekan bar kirine.
Encumenê da zanîn ku ziyan li hemû xelkên gund bûye ji ber koçberkirina wan ya çendîn car, û got ku serjimariya bajarokê El-Tih nêzîkî 20 hezar kes e, û 6 hezar ji wan koçber in.
Encumenê duhî di daxuyaniyekê de got, ku 50% ji niştecîhên bajarok ber bi zevî û erdê çandiniyê reviyan, û 30% ber bi gundên cîran û kampên koçberan de çûn, û 20% hêjî li bajarokê xwe ne.
Û Encumenê di banga xwe de diyar kiriye ku pêwistiya malbatan bi kon û alîkariyên awarte wek xwarin û materyalên germkirinê” heye, di heman demê de ku roj bi roj sir û serma zêdetir dibe, û ligel seqaya dijwar êş û derdeseriyên bi hezaran sîvîl zêdetir dibin.
Tê zanîn ku bajarokên El-Tih û Cercinaz li gundewarê Idlib yê başûr û rojhilatê di dema çend rojên borî de bi giranî bi mûşekan ji aliyê rêbendên hêzên rejîmê ve hatibûn bombebarankirin, û gelek kuştî û birîndar ji sivîlan ketibûn, û bi hezaran şêniyên herdu bajarokan ber bi zevî û gundên nêzîk de koçber bibûn.
Li gorî hejmarên “kordînasyona bersivdanê li bakurê Sûriyê” yên dane ajsnsa Anatolyayê, 2660 malbatên Circinaz, û 2,700 malbatên din ji El-Tih, di hefteya dawî de ji cih û warên xwe ber bi deverên ewle reviyane.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê tekez kiribû ku rejîm û milîsên Îranê li ser binpêkirina peymana Idlib û encamdana komkujiyan dixebtin, ji bo peydakirina hincetan ji bo jinavbirina pêvajoya çareseriya siyasî, û bal kişandibû ku ev bend û alîgirên wê dê berdewam bimînin di guhertina berê pêvsjoya çareseriyê çi dema derfet bi dest wan bikevin.
Hevbendiya Niştimanî dîtibû, ku ji civaka navnetewî tê xwestin ku li hember vê yekê tevbigere, bi taybetî derbarê parastina jiyana welatiyên sivîl û rawestandina tawanên şer, û karê cîbicîkirina biryarên navnetewî yên li ser Sûriyê, û di serî de biryara 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê