Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurd, di daxuyaniyekê de bi boneya salvegera duyemîn ya komkujiya Kobanê, ya ku cekdarên DAIŞê di 25 Hezêrana 2015 de pêkanîbûn, û têde 600 kes li nav bajêr û gundewarê wî kuştibûn û birîndar kirbûn, bi tundî ew komkujî Şermezar kir, û got ku Rêveberya PYDê piştî du salan ta niha nedaye xuyakirin ku çawa ev komkujî pêkhat, û tekez kir ku PYDê di ber vê yekê de berpirsiyar e.
Ji aliyê xwe ve, Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ji me re ragihand ku di wê komkujiyê de 600 kes ku piraniya wan zarok û jin û kal bûn li ser destê çekdarên DAIŞê yên terrorist, birîndar bûn û şehîd ketin.
Mistefa tekez kir ku PYDê di ber komkujiyê de berpirsiyar e, û ta niha kes nehatiye dadgehkirin û çîrok hate wendakirin, û PYD ti alîkarî bi xwedanên şehîdan re nekir, û nehişt ku rêxistinên mirovî jî bikin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê