Xwecihiya Hesekê ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS iroj Çarşemê 22 vê heyva Sibatê pêncemîn salvegera pakrewaniya Nesridîn Birhik li ofîsa xwecihiyê vejand .
Rêwresmên vejandinê bi rawestana kêlîkek bê deng ser canê pakrewan Nesridîn Berhik û pakrewanên Kurd û yên şoreşa Sûrî dest pê kir.
Beşar Emîn endamê komîta siyasî ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî – Sûriya PDK-S gotina partiya xwe xwend, têde li ser jiyan û karê serkirdeyê kurd Nesridîn Birhik axivî û bi tundî şermezar kir ”kesên ku Nesridîn Birhik armanc kirin dijminê gelê kurd û pirojeya wî ya netewî ne” .
Gotina ENKS ji hêla Zibêr Mûsa serokê xwecihiya Hesekê ve hat xwendin, têde armanckirina endam û serkirdeyên partiyên siyasî û çalakvanan hate şermezarkirin û bi taybet Nesridîn Birhik .
Her wiha xwecihiyên ENKS li bajar û bajarokên parêzgeha Hesekê ev helkeft bibîr anîn û Partiya Demuqrat a kurdisanî – Sûriya, û beşdariya partiyên encumuna niştimaniya kurd û amadebûna hejmarek mezin ji xelkê deverê, ev helkeft li gundê Kevrê dena bibîr anî.
Tê zanîn ku Nesridîn Berhik serkirdeyê PDK-S bû, roja 22-2-2012 li ser destê komeke nenas hate armanckirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê