Li dijî Biryara PYD ya girtina tevaya peymangehên xwendinê li parêzgeha Hesekê ji nêzî heyvekê ve, Xwendevanên pola Beklorya û malbat û mamosteyên xwe duh yekşemê 6ê tebax ê li hember baregeha komîseriya Netewên Yekbûyî li bajarê Qamişlo mangirtinek li dar xistin têde biryara PYDe şermezar kirin û doza vekirina peymangehên xwendinê kirin, û xwendekaran durişm û silogan li dijî vê biryarê bilind kirin..
Ji hêla xweve hejmareke mezin ji alîgirên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD êrîşî mangirtinê kirin û silogan li dijî vekirina peymangên xwendinê bilind kirin.
Derbarê vê yekê Ebdulah Gedo endamê komîta navendî ya partiya Yekîtî ya kurd ku li mangirtinê beşdarbû kiryara alîgirên PYD şermezar kir û got: “PYD bi van karan hewil dide ku xwendina rast û durist li devara Kurdî qedexe bike û rêbazên xwe yên idyolocîk feriz bike”.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Raghandinê ya Hevbendiyê