Duhî roja çarşemê, ji bo piştevaniya koçberên li kampên bakurê Sûriyê yên di rewşeke mirovî ya herî dijwar de dijîn, xwepêşandek bi beşdariya endamên Encûmena parêzgeha Helebê ya Azad û bi hevkariya Encumena xwecihî ya bajarokê “Êncara” û kadroyên perwerdeyê yên li deverê hat lidarxistin.
Rêvebera ofîsa jinan li Encumena parêzgeha Helebê ya azad, Henan I’rabî, di daxuyaniyekê de ji bo tora horrya press ragihand ku kêmasiyeke mezin di pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û xwarin û sotemeniyan de heye, û diyar kir ku piraniya konên koçberan qetayî û rizî bûne, û di sermê û berf û baranê de bikêr nayên.
I’rabî bal kişand ku jin û zarok herî zerermend in, û diyar kir ku xwepêşander bi rêya vê xwenîşandanê berî her tiştî daxwaza çareseriyên bi lez dikin, ji bo rawestandina êş û azarên koçberên di kampan de.
Ji aliyê xwepêşanderan, pankart hatin bilindkirin bi sloganên: “Em ji dojeha Esed reviyan ber bi rezaleta kampan de”, û “Rehmê li yên li ser erdê bikin, xwedê wê rehma xwe li we bike”.
Li demeke pêştir ji aliyê çalakvanên li bakurê gundewarê bakurê Idlibê, hatibû ragihandin ku pêdiviya herî giran ya nêzîkî 1,100 malbatan bi ard û nan heye.
Tê zanîn ku derbider û koçberên bi darê zorê yên ji aliyê hêzên Esed hatine koçberkirin, ku niha di kampên bakurê welêt de dijîn, di rewşeke zehmet de ne, û gazinan ji kêmbûna xizmetên bingehîn û pêdawîstiyên serekî dikin, tevî bang û gaziyên encumen û rêxistinên xwecihî û rêxistinên mirovî û navnetewî û rêxistinên navdewletî yên xêrxwaz, ji bo dabînkirina derman û amûrên dermkirinê û sotemeniyê, hevdem ligel hatina werzê zivistanê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê