Duhî roja înê piştî nimêja bi dehan xwepêşandan li parêzgehên Idlib, Hema û Helebê hatin lidarxistin di bin navê ” Em Esed dişkînin ji bo welat ava bikin”, û herwiha ji bo nîşandana piştgiriya xwe ligel sivîlên dorpêçkirî li kampa “El-Rikban” ya li ser sînorê Urdunê.
Ji aliyê wenîşanderan ve pankart bi rûxandina rejîma Esed, û serbestberdana girtiyan ji girtîgehan, ku rastî cureyên herî giran yên îşkenceyê tên hatin bilindkirin, herwiga pankart bi piştgiriya koçberên kampa El-Rikban hatin bilindkirin.
Xwenîşanderan di diruşm û sloganên xwe de bang li civata navnetewî û saziyên mafên mirovan kirin ji bo fişaran bêxin li ser hêzên rejîmê, ji bo rakirina dorpêça li ser wan û rêdan ji bo gihandina xwarin û dermanan.
Xwepêşandan li bajarên Îdlib û Me’rt el-Ni’hman û Kefr Nibl û Xanşîxon û Harim û Erîha û Buniş û bajarên Me’ret Misrîn û kulelî û Kefroma û li gelek gundan derketin.
Herwiha çend xwenîşandan li gundewarê Hema û Helebê jî derketin, bi taybetî li bajarên El-Etarib û Babê li gundewarê Helebê, û li Kelha Hosin li gundewarê Hamayê.
Hevdem ku xwepêşandanên girseyî li deverên bakurî Sûriyê bi dirêjahiya heft hefteyan berdewam in, ji bo rûxandina rêjîmê û şermezarkirina êrîşên li ser van deveran ji aliyê rejîmê û Rûsya û Îranê ve.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî