Ji bo şermezarkirina armanckirina dibistanan ji aliyê hêzên rejîma Esed û Rûsya, duhî roja çarşemê ji aliyê rêveberiya perwerdehiya hikûmeta demikî çend xwepêşandan li başûrê Idlibê derketin, ji bo rawestandina kiryarên topbarankirina berdewam ji dibistanan re û piştgiriya pêvajoya perwerdeyê.
Xwepêşandan li herdu bajarokên “Kefir Nibil” û “Circinaz”, û li gundên “Kefromha” û “Iblîn” hatin organîzekirin, û têde beşdaran piştrast kir ku ew azadîxwaz in, ne terorîst in.
Ji aliyê xwenîşanderan ve ala şoreşa Sûriyê û pankartên bi dirûşmên: “zarokên me têne kuştin û cîhan lê temaşe dike,” û “Em dixwazin bi aştî bijîn ” û “Em daxwaza aştiyê bo me û cîhanê û zarokên we dikin” hatin bilindkirin.
Xwenîşanderan daxwaza rawestandina bombebaranê û êrişên li ser dibistanan kirin, û bang li civaka navnetewî kirin, ku zarokên wan dixwazin hîn bibin û bi aştî bijîn, bêyî bombebarankirina balafirên rejîmê û Rûsya, û piştgiriya pêvajoya perwerdeyê li parêzgehê.
Hevbendiya Nişgimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ji saliyê xwe ve diyar kir ku aramnckirkirina dibistanan ji aliyê rejîmê û hevalbendên wê ve; beşek ji planekê ye ji bo nexwende-hiştina nifşên nû û bêparkirina wan ji zanistan, ji ber zanebûn bi tenê dê rastiya vê rejîma stemkar ji wan re aşkere bike, û bang li UNESCO kirin ji bo hilgirtina berpirsyariyên xwe li derbarê parastina dezgehên perwerdehî û piştgiriya zarokan di warê xwendin û perwerdeyê de.
Tê zanîn ku take-dibistana li gundê “Badriyah” li gundewarê Idlibê ji kar derket; ji ber êrîşên balafirên şer li dijî dibistanan û operasyonên rejîmê yên li pêncê vê meha îlonê, û ziyan giha dibistaneke din jî ji encama bombebarana balafirên şer, tê texmînkirin Rûsî bin.
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê staf û karmendên nexweşxaneyên li bakurê Sûriyê ve, li roja yekşemê çend xwepêşandan ji bo şermezarkirina êrîşên hêzên rejîmê û Rûsya li ser nexweşxaneyan û dezgehên bijîşkî li dar ketin, û herwiha ji aliyê kadroyên Rêxistina Parastina Sivîl li Sûriyê li roja sêşemê çend xwepêşandan hatin lidarxistin, û daxwaza cezakirina kesên berpirsiyar di ber bombekirina rasterast ji sivîlan û bazar û navendên girîng re ji Netewên Yekbûyî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî