Çalakvanên Kobanê daxwaza lidarxistina xwepêşandanekê roja sêşemê 29 Gulanê kir, li dijî firotina daristanana Kobanê, ya ji milkên giştî yên şaredariya Kobanê ye, ji hêla Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê ve.
Xwepêşandan wê di bin durişma “Daristan ya gel e, û parastina wê berpirsyariya herkesî ye ” li dar keve.
Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî ji malpera me re ragihand ku rêveberiyê PYDê dest bi firotina erdê daristanana Kobanê ya li rojavayî bajêr e kiriye.
Mistefa bal kişand ku rêveberiya PYDê 6000 mitir ji erdê daristanana Kobanê ya milkê giştî yê gel e firotiye xelkê.
Her wiha Mistefa tekez kir ku nerazîbûna gelemperî li nav xelkê Kobanê bi giştî heye, û wê xelk xwepişandanek vekirî li nav daristanê dijî vî karê PYD derkeve.
Mistefa di dawiya axftina xwe de ji rêveberya PYDê xwest ku firotina erdê daristanana Kobanê û qutkirina darên ku jiyê wan bêhtir ji 30 salî ye rawestîne.
Tê zanîn ku daristanana Kobanê berî 30 salî hatiye avakirin û welatî qesda wê bo seyranan dikin.
Jêder: Beşê Kurdî yê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê