Piştî kuştina 2 welatiyên sivîl roja Înê 12 -1-2018, xwenîşandanek li dijî Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê li bajarê Minbicê derket, li gor çalakvan Mihemed Elehmed ji malpera me re tekez kir.
Ehmed da zanîn ku 2 welatiyên sivîl yên bi navê Ebdilhanan Mihemed û Ebûd Hisên li gundewarê Minbicê laşên wan hatin dîtin û malbata wan hêzên PYDê bi kuştina wan tewanbar kirin, û di encamê de bi sedan welatî derketin xwenîşandanekê têde siloganên li dijî PYDê bilind kirin
Her wiha Ehmed bal kişand ku eşîra Elbobena ku herdû kuştî ji wan in, daxuyaniyek belav kirin têde gotin “herdû sivîl di bin îşkencê de jiyana xwe ji dest dane”, û doza xwenîşandanekê li hindir Minbicê roja 14-1-2018 li dijî kiriyarên PYDê kirin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî