Xwepêşindan li hejmarek bajarên Sûriyê doh li dijî rêjîma Beşar derketin. Tê de pabendnebûna rêjîmê bi peymana agirbestê û amanckirina sivîlan û bi teybatî li Wadî Berdea ya li gundewarê Şamê pirotest kirin.
Û xwepêşanderan daxwaz ji alayên artêşa azad kirin ko rêzên xwe li dijî rêjîmê û piştgirên wê biyek bikin.
Û li taxa Cober li paytextê xwepêşindan ji bo pirotestokirina rêjîmê di berdewamiya amanckirina sivîlan û bombebarana bajaran derketin. Û daxwaz kirin ko alayên leşkerî bibin yek heta hemû amancên şoreşê misoger bibin, her weha daxwaz kirin ko agirbestê red bikin eger rêjîm pabendiyê li Wadî Bereda pê neke.
Li Xûta rojhilat ya ko rêjîm tev agirbestê jî dixwaze têwerdanê têde bike. Xwepêşindan derketin û xwestin ko fişarê bidin ser rêjîmê heta binpêkirinan nema bike.
Xwepêşindan li bajar û bajarokin parêzgeha Idlib derketin û ji wan jî Kefer Nibil Meeret Elnuman û Seraqib û Keferdiryan û Sermeda û Silqîn û Kilî, xwepêşanderan alên şoreşê hildan û daxwaz kirin ko alayên leşkerî bibin yek û kampanya leşkerî li ser Wadî Bereda pirotesto kirin.
Çalakvanan anîn ziman ko xwepêşindan li Telbîsê li gundewarê Hums piştî nijêja înê û li bajarê Casim li Dera derketin, û durişmên azadiyê û rûxandina rêjîmê bilind kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî