Nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî- Xwecihiya wîleyeta NRW li Elmaniya, duhî roja yekşemê 19/03/2017, xwepêşandanek li bajarê Dortmond lidar xist ji bo riswakirina siyasetên terorîstî yên partiya yekîtiya demokrat (PYD) û milîsên wê, yên di derheqê gelê kurd û tevgera wî ya siyasî ya ENKSê nûnertiya wê dike pêk tîne, û şermezarkirina kilîtkirin û daxistina nivîsêngehên partiyên ENKSê û revandina endamên wê bi hewla bidawîkirina jiyana siyasî li navçeya kurdî.
Xwepêşand bi amadebûna hejmarek ji serkirdên Nûnertiya ENKSê li Ewropa û Xwecihiya NRW û bi beşdariya bi sedan kesayetiyên revanda kurdî hat lidarxistin, bi bilindkirina ala û dirûşman û xwendina gotaran, û di gotaran de piştgirî dan gelê xwe yê kurd û siyasetmedarên kurd yên revandî, û redkirina siyasetên “PYD”ê yên terorîstî, û xwepêşanderan daxwaza vegera pêşmergên “Roj” bo nav axa welat kirin ji bo berevaniya navçeyên kurdan.
Hêjayê gotinê ye ku ji aliyê xwecihiyên Nûnertiya ENKSê û herwiha li ser dawetnameya wê çend xwepêşandan li Berlînê û li bajarê Obsala li Siwêdê hatin lidarxistin, û wê xwepêşandan di rojên bê de li gelek bajarên din yên Ewropa berdewam bin, hevdem ligel pêwendî û têkiliyên berdewam yên Nûnertiya ENKSê dike ligel rêxistinên navdewletî yên mafên mirov û serkirdeyên Yekîtiya Ewropa, ji bo şirovekirina meynet û derdeseriya gelê kurd li Welat ji encamê siyasetên terorîstî yên PYDê.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê